6 Mayıs 2010 Perşembe

DI FACEBOOK Ê DE ÇIMA ZIMANÊ KURDÎ NÎNE


Rohat Rosî

Ji sedsala 21'ê re dibêjin sala teknoloji yê. Di wê sedsalê de kî di warê teknolojiyê de xwe bi pêş bixe ew ê di gelek waran de bi ser bi keve.
Di sala 1983'yan de gava li Amerîkayê înternet hate dîtin gelo dizanibûnê pîştî 20 salan ev dîtin bibe hêzek mezin?...
Îro gelek kes li mala xwe bi awayekî rûnîştî bûn dewlemendên cîhanê. Yek ji wan dewlemendên cîhanê jî xwedîyê facebookê ye...
Îro li dinya malpera herî populer facebook e. Facebook malpera hevaltiyê ye. Di demek nêzîk te tenê ji % 2'yê wê firotin Rusyayê nizanim bi çi qas pereyan...
Aliyê ku vê nivîsa me eleqedar dike, zimanê facebookê ye. Vê gavê facebook bi 64 zimanan weşanê dike. Di nav van zimanan de kurdî tune ye. Di nav van zimanê cihanê de çima zimanê kurdî nîn e? Ma qey zimanê kurdî ji van 64 zimanan lawaztir e? Na. Ji ber ku kurd di warê ziman de gelek xemsar in. Nizanim di çend mehan de tirkan di facebookê de komek vekir û 200.000 endamên zimanê xwe jî xist nav zimanê cîhanê... Û hê kurd jî dixwazin zimanê kurdî li facebookê zêde bikin. Ji bo we jî wekî her kes ku dixwaze zimanê xwe li facebookê zede bike kurdan jî komek vekirine û ji facebookê daxwaz dikin ku kurdî jî li zimanê facebookê zede bike. Facebookê bersiv daye komê ku di demek nêzîk te kurdî jî li zimanar zêde bike... Lê ji bo ku endamên komê pir kêm in facebook naxwaze mesrefê bike. Lê endamên komê pir bibin wê facebook mecbûr bimîne ku kurdî li zimanê malpera xwe zêde bike. Ger hûn jî dixwazin kurdî tekeve nav 64 zimanên cîhanê hûn jî bibin endamê vê komê.
Navê komê ev e: Em facebooka kurdî dixwazin.

rohat_rosi@hotmail.com

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder