19 Mayıs 2010 Çarşamba

GAVÊN PRATÎK DİVÊN


Di van rojên ku cejna zimanê kurdî tê pîroz kirin.Mijara gelek sohbetan girîngiya ziman û çawa dê ziman bibe rojeva siyasetmedar û kurda ye.Lê ji bo tiştek di jiyana mirovan de cih bigire gerek ew tişt bi kêrî wan were.yanî gerek pera bike.bi mitînga û bi daxuyaniyên tu nikarî ziman têxe jiyana mirovan .Li ciyekî weke qoserê tu dikarî du rojan carekê mitîngekê li dar bixe(lê ne di qiyala nîvro de) û qala girîngiya zimanê kurdî bikî .Ji bo qoserî ya tu wate ya wê nîne ji xwe li qoserê jiyan bi kurdî ye.
Lê ji bo me êdî gavên pratîk divê .bi mitînga û daxuyaniya ev xebat nabe.
Di vê pêwajo yê de zimanê kurdî bi kêrî siyasetmedarê me nayê. Bo vê yekê gelek siyasetmedarên me di warê ziman de pir ne hesasin.ji bo siyasetmedarên me bi zimanê xwe siyasetê bikin di destpêkê de divê bi zimanê xwe bizanibin ji bo wê jî gerek bi kêrî wan were.
Di vira de kar dikeve ser milê tzpkurdî û partiyê .tzpkurdî dikare bi partiyê re peymanêkê îmze bike. kesen ku sertîfîkaya vî ya kurdî-der ê tunebe nikaribe di partiyê de cih bigire.yanî çawa kesên ku dîplomaya wî/ê tirkî nîn be nikare bibe parlementer an jî şaredar.gerek ji bo kurdî jî wisa be .
Bi vê yekê dê şaxên kurdî-der ê jî vala nemînin.
Em dikarin hin gavên pratîk xal bi xal li jêr rêz bikin.
1) dîploma kurdî:
kesên ku ji kurdî der ê sertîfîka wî/ê nîn be nikaribin di partiyê cih bigirin
2)hêviya jinê:
Kovara hêviya jinê An bê girtin an jî navê wê bêguhertin.ji ber ku bi vî halê xwe tu hêvî tê de tuneye.
3)ozgur politika:
Kî bîra rojname re li ewropa bi tirkî be.gerek ozgur politîka bibe heftane û azadiya welat li ewropa dest bi weşanê bike
4) kurdî der :
divê şaxên kurdî der ê pirtir bibin bi vê yekê dê xwendin û nivîsindana kurdî bi pêş bikeve.carinan navenda kurdî-der ê şaxên xwe ziyaret bike kaç i karî dikin
5)azadiya welat:
Her çiqas rojname xwe van rojan guherandi be jî(pismamê min jê re dibêje orgutsel dokuman) divê hayê wê ji xwendevanê wê jî hebe .tu dibe qey xwendevan tunene li gorî xwesteka xwe rojnamê diweşînin.divê quncikek ji bo xwendevanan veqetînin.
6)roj tv:
Xwedê ji wan razî be roj ê herî kêm çar pênc bernameyên giftugo yê hene û hemû beşdar jî yek fikrê diparêzin.êdî xewtê guherînê hatiye berê tenê kurdî ba bes bû lê edî bernameyên spor ê ,fîlm û rezefîlm pêwîstin.hêvîdarim êdî em ê ji xeynî siyasetê hin tiştên din jî di roj tv de bibinin .

Me re dikare bi dehan mînakên din jî bibin.lê ez dibêm bo femkirina mijarê ev kas mînak besin .
Êdî divê kurd xwe ji çalakiyên ji rêzê rizgar bikin û dest bi çalakiyên bêîttali ya sivîl bikin.






Rohat rosî

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder