30 Nisan 2008 Çarşamba

TEYRIKÊN PIRÊZEYAN


ROJÎN XEWN

di xewnên wan de şiyar dibûn ,kevokên ku şev li wan geriyaye. Qirkirina refên xwe li baskên xwe yên şikestî nivîsîbûn. acizîyên xwe di parzûnê jiyanê de dawerivandibûn. ûdren xwe di bin kevirên hişê xwe de veşartin.kêfa xwe ji bayê bêrîn re dianîn.


Hezkiriyên niqutên xwe ji baranên xwe bêrî kiribûn...


xwe li kîjan hêlê digirtin,li berateyên xwe rast dihatin.tîrêjên rojê xwe li eniya wan a ku ji ewran vekirîtir dixist .baskên xwe weke kitana bûka yekbêrî ya ku ba lê dixê vekiribûn.girêza ku ji kêleka devê wan herikîbû,xwe bera ser qirika wan a ku ji qelema nivîskarekî tahltir û ji newalên beriyê xalîtir dabû. temberiya wan a neşehkirî li ber bayekî ku weke baranê digiriya şil bûbû. xwîna ku ji zendên wan dawerivîbû , kefa destên wan tijî kiribû. Destên ku berê ax firkandibûn. Ji sînga wan bêhna pîrekan dihat ,jiyana wan di ber pîrikan de bû. Di nav reşikên çavên rijiyayî de jî nêrînên xwe yên dîn winda nekiribûn. pal dabûn axê pişta xwe dabû wan. Ji kenî hez dikirin,devê wan ji kenî nedihat ser hevdu.

Hezkiriyên berxikên ku ji kenan lal bûbûn....

di hêlîna xwe de bi dengekî dînoke bi dayê diketin.qîrîna xwe bi qirkirina xwe neqişandibûn. Çemên ku di hundirê xwe de diherikandin, bi qilafetên xwe di tixûban de hilnedihatin. Rûyên xwe bi biriqîna heyvê nixûmandibûn. Berî wextê xwe bi firê ketibûn.

Hezkiriyen baskê xwe bûn ...

li gorî ku digotin, kîjan cara ku diterîkîn. Berbang bi xwe re dibirin. Şewqa şeveqê hembêza wan de diza. Xew di paxila tarîyê de diçikandin.

Hezkiriyên çirûskên sibehên zû bûn...

gelek caran dbûn xewn, qûçên xwe winda dikirin.dîlê xwe dixist

in berbûyên hechecîkan. Şopa wan rûyên bajaran dixemilandin. Diçûn ku derê şûna wan xûya dikir.bejna wan ji şevên zivistanan dirêjtir bû xwe daqûlê jînê dikirin ji bo ku bijidin. Tirabêlka toza havînê xwe li porên wan yên kurîşk digirt. Henûn bûn bi emrê xwe şa nedibûn.

Hezkiriyê delalê ber du makan bû....

arîya wan li berîya mezopotamyayê teyrikên pirêzeyan diafirandin.teyrikên ku zewade bi devê wan nebûbû. Ji bo ber qiyala demê xwe bistrînin di nav komê pûşî de ji rojê hez dikirin.

Hezkiriyên çûnê bûn....

not: ji hejmara 1. a çirûsk ê hatiye girtin


28 Nisan 2008 Pazartesi









vî kalo yê ku di wêne de xuya dibe bo piçekî erdê şil bike dua dike ji yezdanê xwe re .belkî dengê wî here xwedê û wê zuha bûnê ji ser rûyê erdê rake

27 Nisan 2008 Pazar

UBUNTU



Amed – Li gorî daxuyaniya Koma PCKurdê guhertoya dawî ya Ubuntu/Linuxê ku kurdî jî tê de bi bi gelek zimanan tê weşandin, duh derket.
Koma PCKurdê di daxuyaniya xwe de radigihîne ku Ubuntu her şeş mehan carekê guhertoya xwe ya nû derdixe û guhertoya nîsana 2008'an Ubuntu 8.04 duh di malpera fermî a Ubuntuyê de ji bo daxistinê cihê xwe girt.
Tê daxuyandin ku Ubuntu yekemîn û tekane pergala xebatê ya komputerê ye ku zimanê kurdî bi awayekî fermî tê de cih digire. Daxuyanî bal dikişxîne ku Ubuntu ji ber ku reşaneke Linuxê ye ji gelek hêlan ve ji pergalên din bikêrhatîtir e û li ser xalên bingehîn ên felsefeya Ubuntuyê yên wekî “Divê nivîsbarî belaş bin”, “Amûrên nivîsbariyan divê ji bo zimanên zikmakî yên kesan bikêrhatî bin û her kes karibe bername û pergalên komputerê bi zimanê ku dixwaze bi kar bîne.”, “Mirov divê ji bo pêdiviyên xwe di kesanekirina nivîsbariyan de karibin azad bin.” disekine.
Di daxuyaniyê de tê gotin ku bikarhênerên komputerê heta niha ji ber ku Linux belaş bû û bêvîrus bû dihat tercîhkirin û tê angaştin ku bikarhênerên ku Ubuntuyê bi kar bînin û dê ji ber grafîk, anîmasyon û dîtbariya wê dest bi bikaranîna Ubuntuyê bikin.
Her wiha di daxuyaniyê de qala xebatên Koma Pckurdê jî tê kirin û tê diyarkirin ku Koma PCKurdê xebatên xwe bi awayekî serbixwe dimeşîne û di nav rewşên herî teng de xebatên herî girîng ji bo komputergeriya kurdî dike.
Koma PCKurdê di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de xebatên ku heta niha kirine wekî wergerandina pergal û bernameyên wekî Ubuntu, Kubuntu, Xubuntu, OpenOffice.org, Firefox, Pidgin, Konqueror, Kopete û hwd. rêz dike û diyar dike ku her wiha ji bo kurdî wekî F, Q û Alt-Q sê klavye çêkirine û di klavyeyan de ji bo her tîpeke kurdî bişkojkek tê tikandin. Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku ji bo bikarhênerên komputerê ên kurd wekî karekî herî girîng pakêta rastnivîsa kurdî hatiye amadekirin û dema ku bikarhênerek di geroka Ubuntuyê Firefoxê de an jî di ofîsa wê Openoffice.orgê de nivîsand, bername xweber rastnivîsa kurdî kontrol dike. Dema ku peyveke çewt hate nivîsandin binê peyva çewt xêz dike û hin peyvên din pêşniyarî bkarhêner dike.
Koma PCKurd di dawiya daxuyaniya xwe de girîngiya di her qadê de bikaranîna kurdî bi bîr tîne û bang li her kesî dike ji bo ku ev kar bi awayekî berfirehtir û çêtir bidomin bi wan re têkevin têkiliyê û çi bi wergerandinê çi jî bi bikaranîna van pergal û bernameyan ji wan re bibin alîkar.
Malperên Koma PCKurdê yên ku hûn dikarin ji wan alîkarî bistînin û alîkariyê bidin:
http://www.ubuntu-ku.org/
http://www.pckurd.net/
http://www.ferheng.org/
http://www.ku-openoffice.org/

24 Nisan 2008 Perşembe

di salvegera 110' emin de rojnamegeriya kurdi


ERTUŞ BERÇELAN
AMED - Rojnamegeriya kurd ku îsal 110’min salvegera xwe pîroz dike, li aliyekê destkeftiyên wekî bi dehan qenalên televîzyonê, radyo, rojname, kovar û malperên înternetê, asta vîn û bawerî yên di 110 salan de hatine bi destxistin pêş ve dibe, li aliyê din jî ligel hemû zext û zordariyan têkoşîna parastina çanda kurdî dimeşîne. Ev asta bîr û baweriya rojnamegeriya kurd ji bo pêşerojê baweriyek mezin dide
Rojnamegeriya kurd ji bo parastina azadî, nirx, çand û zimanê kurdî çawa 110 sal berî niha bedelên mezin dan û bû li sirgûnê bû dengê gelê xwe, niha jî bi girtina rojnameyan, vekirina bi sedan dozan, binçavkirinan, sirgûnkirin û girtina 10 rojnamegerên kurd, vê mîsyona xwe bibiryarî bicîh tîne.
Rojnamegeriya kurd ji sala 1989’an ku ji hêla Miqdad Mîdhad Bedîrxan ve bi armanca ragihandina dengê gelê kurd hate avakirin, îro jî bi heman armancê têkoşîna xwe didomîne. Bedirxan çawa armanca rojnameya Kurdistanê bi gotina, “Di dinyayê de çiqas misilman hebin di gund û bajarên hemûyan de dibistan û rojname hene, bûyerên ku li dinyayê diqewimin di wan rojnameyan de têne nivîsandin, lê mixabin ku kurd ji rojnameyan bêpar in û nizanin di dinyayê de çi diqewime gelek tiştan winda dikin” aşkera kir, îro jî bi heman bîr û baweriyê tê domandin.
Rojnamegeriya kurd ku di demek Cemiyeta Tealî ya Kurdan belav bû û pêşengên wê ji hêla Dewleta Osmaniyan ve hatin sirgûnkirin û careke din ewrên reş li ser gelê kurd digeriyan de bi rojnameya Kurdistan biçûk be jî wekî roniyekê li Qahîreyê tîroj da. Lê heyf û xabînet ku welatên kurdan ê bi sedsalan bêstatû bû careke din ji hêla hêzên emperyalîst ve dihat dagirkirin û pêşengên doza kurdan li gorî berjewendiyên van hêzan dihatin daliqadin, kuştin û sirgûn kirin. Van hêzan li gorî berjewendiyên xwe bernameyek dewletên neteweyî amade kiribû, lê di nav vê bernameyê çarenûsa gelê kurd careke din wekî sirgûn, bindestî, girtin û kuştin dihat nivîsandin.
Têkoşîn parçeyekî gelê kurd e
Di nav rewşek wiha de gelê kurdan dest ji têkoşîna xwe berneda û li gorî demê her çiqas kêm be jî di gelek qadan de hewldan ku di warê nivîsandina çarenûsa xwe de xwedî raye be. Sal çaryeka sedsalan 19’an bû, rêxistinên kurdan hem ji ber bêhêznebûna wan xwe hem jî ji ber berjewendiyên hêzên serdest hatibûn belavkirin. Bi vê yekê re wekî polîtîkayek bi sedan salan ji hêla Dewleta Osmanî ve hatî meşandin, çanteyê pêşengên kurdan di dest de û derdiketin ser riya sirgûnê. Ji xwe xerîbên van riyan nebûn. Ji ber ku di her serhildana gelê kurd de hêzên serdest, kurdên ji ber kuştinê mayîn dişandin sirgûnê. Di van sirgûnan de berê mala Bedirxan jî ketibû welatên Ewropayê û di nav bêderfetiyên mezin de derketibûn riya xerîbiyê. Bes çiqas aliyek çarenûsa kurdan zilm û zordariya hêzên serdest be jî aliyê din jî têkoşîn e.
Ligel hemû neyîniyên li dijî gelê kurd careke din jî diviya tiştek bihata kirin û ji ber vê yekê Miqdad Mîdhed Bedirxan bi hêviyek mezin ji bo agahdarkirina gelê kurd û pêşveçûnên di cîhanê de biryar dide ku rojnameyekê derxe. Bedîrxan ji bo derxistina rojnameyê jî hem ji ber nêzîktirbûna welat û hem jî têkiliyan cihê derxistina rojnameyê wekî Qahîreya Misirê hildibijêre. Lê li pêşiya Bedîrxan astengiyên mezin hene. Ji ber ku rojnameya derdixe li ser navê welatek bêstatûye û hatiye dagirkirin. Êdî li ber destê Mîdhed Bedîrxan derfetên malbata Berîdxan tunin û ew li sirgûnê ye. Ji ber vê yekê ji bo derxistina Kurdistanê şert û merc pir zehmetên. Bes Bedîrxan bi alîkariya têkiliyên xwe û derdora xwe bi biryarî hewl dide û di dawiyê de di warê rojnamegeriya kurdî de yekem tîrêj bi navê ‘Kurdistan’ hil dide.
'Kurdistan' li xerîbiyê
Kurdistan li ser axa xwe nehatibû derxistin û ji ber vê yekê her tim di nav gerekê de bû. Di vê serpêhatiyê de rojnameya Kurdistanê heta hejmara 6’an di bin berpirsiya Mîqdad Mîdhed Bedirxan de li Qahîreya Misirê derketiye lê ji ber nexweşiya wî hejmarên din ji hêla Evdirehman Bedirxan ve heta hejmara 20’an li Cenewreya Swîsreyê derketiye. Ji hejmara 20’an û pê ve dîsa rojname vegeriyaye Misirê.
Hejmara 24’an a rojnameyê li Londona Îngilîstanê, hejmara 25’an heta hejmara 29’an li Folkstona Îngilîstanê hatine weşandin û herdu hejmarên dawîn (hejmara 30 û 31’an) dîsa li Cenewreyê hatine weşandin.
Rêwîtiya rojnamegeriyê dom kir
Lê ligel hemû dijwariyan bi Kurdistanê rêwîtiyek dest pê kiribû û wê rêwîtiyê bêwest û rawest dom dikir. Her çiqas car car bêtaqet diket jî li şûna wê an jî bi awayekî din ev têkoşîn der diçû. Piştî rojnameya Kurdistan di 07. 11. 1918’an de li Stenbolê kovara Jîn di pêşengiya Hemzeyê Mûksî de dest bi weşanê kir. Ev kovar wekî organa nefermî ya Komeleya Pêşketina Kurdistanê bû. Yek ji kovarên ku şanenava xwe li dîroka rojnamegeriya kurdî daye û navê xwe di nava vê dîrokê de nivîsandiye jî kovara Hawarê ye.
Hejmara yekem a kovara Hawarê di 15’ê gulana 1932’yan de, ji aliyê Celadet Elî Bedirxan ve li Şama Sûriyeyê bi armanca “Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e, xwe nasîn ji me re felat û xweşiyê vedike” dest bi weşanê dike. Hewar di 15’ê gelavêja 1943’yan de bi hejmara 57’an alê dewir dike. Taybetiya Hawarê ya yekem ev e ku yekem car weşanek kurdî bi tîpên latînî hatiye weşandin û piştî derketina vê kovarê tîpên latînî ku kurd hêjî bi kar tînin ketine jiyana kurdan. Kovareke din a di warê rojnamegeriya kurdî de bandor kiriye jî Ronahiye ku ji aliyê Celadet Elî Bedirxan ve di 1’ê avrêla 1942’yan de li Şamê hatiye weşandin û hejmara wê ya dawîn a hejmara 28’an di adara 1945’an de hatiye çapkirin. Kurdên Ermenistanê jî bi navê Riya Teze li Erîvanê rojnameyeke rojane bi tîpên kirîlî derxistin.
Rojnameya Welat: Kevneşopiyekê dîrokî
Rojnamegeriya kurd piştî Kovara Ronahî demek dirêj bêdeng hate hiştin. Di vê dema dikeve navber salên 1945 û heta salên 1985'î de hemû heviyên di warê azadiya gelê kurd de hatin birîn. Lê ligel vê tabloya reşbîn jî çiqas kêm û temenkin be jî hin kovar û rojnameyên gelê kurd ên wekî Dîcle Kaynagi, Îlerî Yurt, Dahg, Welat, Reşan Firat, hatin derxistin. Lê ji ber ku hêzeke siyasî li pişt van rojname û kovaran tunebû di demeke kin de hatin bêdengkirin. Ligel vê tabloya reşbîn bi hişyarbûna gelê kurd di salên 1990'î di careke din rojnamegeriya kurd bi rojnameyên Yeni Ulke (1992), Welat,Ozgur Gundem, Ozgur Ulke, Yeni Polîtîka, Demokrasî, Ulkede Gundem, Ozgur Bakiş, 2000'de Yenî Gundem, Ulkede Ozgur Gundem, Wlatê Me, Azadiya Welat, kovarên Rewşen, Zend, Kovara W, Ozgur Halk, li Ewropayê Ozgur Polîtîka hem bi kurdî hem tirkî weşanê dike. di nav van de Welat, Welatê Me, herî dawî Azadiya Welat bi kurdî derdikevin. Du sal in Azadiya Welat wek rojane derdikeve. Ev rojnameyên bi kurdî derdikevin peyrewiya rojnameya Kurdistanê ya dîrokî dikin û vê kevneşopiyê didomînin. Her wiha ji bilî van rojnameyan ji bo ragihandina dengê kurdan ji Lubnanê bigire, heta Suriyeyê, Îranê, heta Ermanîstan, Rusya û gelek welatên din ên cîhanê gelek rojnamegeyên kurd kedeke bêhempa da.
Bi MED TV rewş guherî
Rojnamegeriya kurdî niha li di salên dawî bi taybetî piştî salên 1990’î şêwaz guhert. Li her derê ligel têkoşîna gelê kurd bû xwedî derfetên ku bi berê re nayên hevrûkirin bi dest xistin. Bi peşveçûna teknolojiyê re jî êdî niha dikare xwe bigihîne bi milyonan kurdî. Rojnamegeriya kurdî piştî salên 1990’î kete merhaleyek din. Yekem car televîzyoneke kurdî bi navê Med Tv’yê dest bi weşanê kir û daxwazek kurdan a bi salan bi cih hat. Asîmîlasyona li ser gelê kurd bi van weşana hatin beredayî kirin û dest keftinên mezin hatin bi dest xisitn. Piştî Med Tv’yê, Kurdistan Tv, Kurd Sat, Medya Tv, Mezoponatma Tv, herî dawî jî Zagros Tv, Rojhilat Tv, MMC Tv û gelek TV’yên din îro wekî dêvekî çapemeniyê ne.
Çember bi têkoşînê fireh bû
Tirkiyeyê salên 90’î axaftina kurdî jî qedexe bû û demekê ji bo cezakirina kesên kurdî diaxivin zagon hatibûn derxistin. Ji ber vê yekê têkoşîna li Tirkiyeyê di warê rojnamegeriya kurdî hatî dayîn bi xwe re gelek destxistin anîn. Têkoşîna bi dehan şehadetên wekî Huseyîn Denîz, Musa Anter, Medet Serhat ve hatî dayîn dîroka çarenûsa kurdan bi sirgûnê dinivîsand guherand. Vê têkoşîna bi rûmet ji demek mirov bi boneya nivîsek kurdî li cem xwe hêlayîne dihatin îşkencekirin, em ber bi demek bi dehan weşanên kurdî tên weşandin ve anîn.
Zimanê kurdî yê TRT’ê ye
Lê xalek din a herî girîng di warê rojnamegeriya kurdî de pêk hatî weşana TRT’ê bû. TRT’a dewletê ku li gorî îdolojiya fermî weşanê dike û ji roja hatî avakirin heta 9’e pûşpera 2004’an peyva “Kurd û kurdî” bi kar neanî, di encama têkoşîna gelê kurd de di 9’e pûşpera 2004’an hefteyekê carek be jî 30 seatê dest bi weşana kurdî kir. Ev weşan ji hêla kurdan û rayagiştî ya cihanê ve wekî îflaskirina polîtîkaya înkar û îmhayê ya dewleta tirk hate nirxandin.
Pêşveçûn bênavber didome
Rojnamegeriya kurdî niha hem di warê dîtbarî, guhdarî û nivîskî de pêşveçûna xwe didomîne. Bes astengiyên li pêşiya weşana kurdî bilî Federasyona Kurdistanê li hemû deverên din bi girtinêre û xebatkarên wan jî ji binçavkirin, girtin bigire heta kuştinê bi gelek zextû zoriyê re rû bi rû ne. Di bin van zext û zoriyê de heta niha bi dehan xebatkar gihiştin şehadetê, bi sedan îşkence dîtin, hatin girtin û revandin. Bi taybetî li Tirkiyeyê weşanên kurdan ji ber weşana kurdî bi pereyên mezin hatin cezakirin, hatin bombekirin, belavkirina rojnameyên kurdî hate qedexekirin.
Bi sirgûnê neqediye.....
Mîqdad Mîdhed Bedirxan 110 sal berî niha li Qahîreya Misrê bi navê Kurdistan hîmê rojnamegeriya kurdî danî. Piştî 109 salan, li ser vî hîmê ku hatiye danîn niha bi dehan televîzyon, radyo, rojname, kovar û ajans û malperan didome. Di 110'emîn salevgera 22'ê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurd de rojnamegerên kurd di bin zext û zordariyek mezin de têkoşîna bi destxistina azadiya gelê kurd û parastina nirxên di encama bedelên mezin dehatine bi destxistin dide. Rojnamegeriya kurd ku di dîrokê de têkoşîneke bêhempa daye, her tim bûye dengê gelê kurd. Dîroka bi xwîna dehan pêşengên rojnamegeriya kurd bi zerîn hatiye neqişandin, ligel hemû zordariyan îro wekî mîrake bi hezaran salan li pişt çapemeniya kurd radiwest e. Tovê bi destê Miqdad Mîdhat Bedîrxan hatiye avêtin, li hemû deverên kurd lê dijîn aj daye û bûye dengê gel.
Bi girtîgehan neqediya
Çapemeniya kurd ku bi dayîna nêzîk 40 şehîdan serî netewand niha tê xwestin ku bi girtinê bê bêbandorkirin. Lê mîrasa 110 salan, bi hezaran girtin û binçavkirinan, bi sedan sirgûn, encama herî dawî 40 şehîd, têkoşînek bêhempan ligel her tiştî rojnamegeriya kurd pêx dixe. Di vê têkoşînê pîrozewer de di nav vê sala dawiyê de jî rojnameyên Ozgur Gundem, Demokrasî, Bariş, Haftalık Bariş di nav de di nav 8 mehan de 11 caran hatin girtin.
Azadiya Welat ji bo 20 rojan hate girtin û xwediyê wêdat Kurşun niha girtî ye. Ji bilî wî niha nûçegîhanên DÎHA’yê Alî Buluş, Mehmet Karaaslan, Ersin Çelik, Behdîn Tunç, Faysal Tunç, Murat Kolca, M. Alî Ertaş, Bayram.. di girtîgehên Edene, Mêrsîn, Êlih, Îzmîr, Amedê li berxwedidin û bi armanca roja ewil digerin "Em dê tengê gelê kurd bigihînin her derê". Niha 20 rojnamegerên kurd ên li girtîgehan nîşan didin ku bi girtinê naqede.
Bi kuştinê neçewisî
ROJNAMEYA gelê kurd di destpêka sedsala 20'emî de bi sirgûnê dihat terbiyekirin lê di encama têkoşînek mezin de qeyd û bendên sirgûnê şikandin û bi hatina Azadiya Welat a Amedê vegeriya ser bingeha xwe. Rojnamegeriya kurd ku hate xwestin di salên 1990'î de bi kuştinê bên çewisandin, bi şehadeta Apê Musa, Gurbetteli Ersoz, Huseyin Deniz, Burhan Karadeniz, Hafiz Akdemir, Ersin Yildiz û bi dehan şehîdên din nîşan da ku çapemeniya azad ji mirinê natirse. Ligel kuştinên hovane jî çapemeniya kurd her ku diçe sal bi sal mezintir dibe û dîroka xwe bi zêr dixemlîne
DÎHA bû gaveke girîng
Rojnamegeriya kurdî di salên dawî de bi armanca xwedîkirina tevahiya van weşanan û ragihandina dengê kurda a cîhanê gava yekemîn bi DÎHA’yê avêt û di 4’ê Avrêla 2002’yan de dest bi waşana kurdî kir. Girîngiya DÎHA’yê ew bû ku yekem car ajansekê bi kurdî dest bi weşanê dikir. Careke din ajansên kurdan ên wekî MHA, ANF jî ji bo kurd ji çavkaniyên xwe debarê bikin xwedî kedek girîng in. Li Kurdistana Federla jî Kurdistan TV, Kurdsat, Zagros TV û bi dehan televîzyonên herêmî weşanê dikin. Wekî encam, medya kurdî îro li ser hîmê ku Mîqdad Mîthad Bedirxan daniye ji her demê xurtir û mezintir bûye û dengê gelê kurd radigihîne çar hêlên cîhanê. Wisa gelê kurd jî bûyer û pêşketinên li cîhanê bi zimanê xwe, ji medya xwe hîn dibe. Niha jî sansura li ser weşanan tê ferzkirin di rojevê de ye. not: ev nivis jı azadiyawelat.com é hatıye gırtın

15 Nisan 2008 Salı

BERÎ HÛN MIN DALIKÎNIN


Berî hûn min daliqînin




berî hûn min daliqînin
ji min re qala genimên spehî bikin
ew genimên ku qedera serê min û wan yek in
ew genimên ku ji kerba min wê bi stûyên xwe devê tirpanan jê bikin
berî hûn min daliqînin
ji min re qala mêraniya serhildana genimên serjêkirî bikin!...
û heger gulleyên we pirr bin cercûreke sax li ser hev berdin!
berî hûn min daliqînin
ji kîsê min
an jî bi zêrên jina min
ji min re kulmek heyateke çardehderb bikirin
berî hûn min daliqînin
heger hûn ê jî daxwaza min a dawîn ji min bipirsin
te dî adet e tê pirsîn
daxwaza min ev e, guhdarî bikin:
herin û ew parîkê goştê sunnetkirina min bixwin!..
berî hûn min daliqînin çavên min vekin
ez ji we re dibêjim çavên min vekin!!!
û heger hûn mêr in li hundirê wan binihêrin!
piştî we ez daliqandim
bi şehweteke mezin tecawizî meytê min bikin
serfiraziya xwe ya nemir bi şerabê
û bi goştê meytê min î biraştî pîroz bikin!
ez jahr im!
piştî ku we ez xwarim
li hespên xwe yên hesinî siwar bibin û
bicehemin!...
not: ev nıvıs jı azadiyawelat.com é hatiye gırtın
renasjiyan@yahoo.fr

BOHEM


YAQOB TILERMENİ
JéRENOT:ev nıvıs jı azadiyawelat.com é hatıye gırtın
Di civakê de dema ku mirov li gora şiyan û qabîliyeta xwe serkeftinekê bi dest nexe, tirs û xemnakiyek pê re çêdibe. Erda şematokî ya binê lingê mirov, mirov ber bi têkçûnekê ve dişemitîne. Hesta têkçûnê êş û nexweşî û bûhranan bi xwe re tîne. Bi van sedeman mirova/ê di nava bûhranan de serê xwe yî çemandî bi fikar radike û li derdorê dinihêre, dixwaze bibîne ku derdor der barê wê/î de çi difikire. Çi kesên xwedî çalak, çi jî kesên afirînerên berheman bi van hestan di civakê dibin xwedî erk û peywir. Û ev bîr û boçûn ji destpêka zarokiyê weke ezîtiyekê teşe digire û heta dawiya jiyana mirov didome.
Ezîtîya (egoya) mirov di civakê de weke peqilkên sabûnê ye. Dema ku ji destê civakê derkeve, ji bo ku berhewa nebe, divê tim jê were hezkirin û teqdîrkirin; naxwe di nava kefa destê civakê de diteqe. Fikir û ramanên der barê ezîtiya mirov de jî, ji çêbûnê û pê ve bi bîr û boçûnên endamên civakê ve qîmet dibînin. Dema ku civak dipesinîne baş dibe, dema ku rexne dike xerab dibe. Gelek ezên li derveyî kevneşopiyên civakê, ji ber eleqe û piyariya ku civak bi şert datîne pêşiyê, napejirînin. Çinku ev ‘ez’ana çawa di zarokiyê de ji dê û bavên xwe hezkirineke bêberjewendî wergirtine, dixwazin heman eleqeyê ji civakê jî bibînin. Û çinku ew baş dizanin ku hezkirina civakê bi mewkiya kesî ve girêdayiye. Civak kesên li mewkiyên bilind dixin kefika nirxdayînê, kesên di mewkiyên nizim de dixin kefika biçûkdîtinê. Jixwe di bingeha vê nirxandinê de tirseke derûnî veşartiye.
Kesên bi hebûn û sekna xwe, ji xwe bawer; çi çalakger bin, çi jî berhemdar bin, pêdiviya wan ji teqdîr û pesinandina civakê tune ye. Di hin serdemên dîrokê de kes û komikên biçûk ev xisûsiyet bi destê xwe afirandin. Hedefa xwe ne li gora serkeftinê diyar kirin, ji wan re sekna serbixwe, bû serkeftina jiyanî. Ji ber vê seknê jî, ji teref civakê ve hatin nefîkirin û navên neyînî bi dû wan hate xistin. Jixwe wan jî ji bo selmandina vê hişmendiya civakê, çi ji destê wan hat bi cih anîn.
Di serê sedsala nozdehemîn de li Ewropaya Rojava û Amerîkayê komek mirov derketin peyaseyê. Ev mirov bi gelemperî kincên ji rêzê li xwe dikirin, li taxên erzan ên bajêr bi cih dibûn, pir pirtûk dixwendin û zêde guh nedidan pereyan. Gelek ji wan sewsî (melankolîk) bûn, ji dilê safî bi ser hunerê ve bûn, bi dû dilîniyê de bûn, zêde bala wan ne li ser kar û şixul û serkeftina aboriyê bûn. Hin ji wan jiyaneke seksuelî ya dijberê kevneşopiyên civakê dijiyan, hin jin ligel ku hîna nebûbû moda jî porên xwe kurt dibirîn. Piştî demekê navê “bohem” li van mirovan hat kirin.
Di vê sedsalê de (sedsala nozdehemîn) kevalên ku nîgarên boheman diresimand, ew di avahiyên apartimanan de di navbera dîwarên gemarokî, li ser palgehan ramedandî nîşan didan. Mirovên bohem di kevalan de bi gelemperî westiyayî û hejar bûn. Awirên wan li dûrahiyan bûn. Di refikên pirtûkxaneyên wan de qoqên seriyan hebûn. Li ser rûyê wan îfadeyek ku gefan li xwediyên karxaneyan dixwarin hebû: Mirov digot qey serî li hemberî berjewendîperestiya bûrjûwaziyê û têkîliyên erzan radikirin.
Bohemên ku li bajarên mezin dijiyan li hin taxan civiyan; çinku dixwestin bi têkîliyên dilsozî bi hev re bijîn. Di dîrokê de hin derên ku bi têkîliyên dostane re li hev, li ser navên boheman dihatin naskirin; weke Montparnasse, Bloomsbury, Chelsea, Greenwich Village, Venice Beach…
Di sala 1814’an de li Massachusettesê komek hunermendên bohem ên utopîk, beyan kirin ku qet qîmetê nadin kar û pereyan û li çewlikek bi navê Fruitlandsê dest bi jiyanê kirin. Bi qasî ku bixwin hildiberandin û vejena xwe ya mayî didan helbest, wêne û xwezayê. Avakarê komunê Bronson Alcott digot, “peywira endaman ne ‘kirin’ e, ‘hebûn’ e” Alcott û hevalên wî gelek nûjenî afirandin û heta taliyê bi dû wan nûjeniyan de meşiyan: Kincên ji pembo li xwe nedikirin; çinku koleyan pembo berhev dikirin. Berên ji goşt û şîr nedixwarin û venedixwarin, xwaringehek wan î vejeteryanî (goştnexiwrî) hebû. Bi tenê sebze û fêkiyên ku ber bi ezmên ve şîn dihatin dixwarin; li dijî gîzer û kartolan bûn, çinku ew ber bi binê erdê ve şîn dihatin. Sêv û hirmiyên ku ber bi ezmên ve bilind dibûn, xwarinên wan ên sereke bûn.
Komuna Fruitlandsê ne xwedî temenekî dirêj bû. Piştî bihevrebûna sala pêşîn di havînî de pirsgirêk di navbera endamên komê de derketin; cotkarên di komunê de li dijî pêwendiyên jiyanî derdiketin, ji bo wiha ruh û bedena bohemtiyê roj bi roj feşkilî. Lê şopên xwe di nava gelek pêl û ekolên hunerê de bi cih kir.
Ji romantîkan heta bi surrealîstan, ji pûnkan heta bi dadaîstan gelek pêl bi navê “bohem” hatin naskirin. Baudelaire, Paul Eluard, Brian Howard, Flaubert, Stendhal, Marcel Duchamp, Charles Bukowski, Henry Thoreau, Thomas Chatterton, Gérard de Nerval, Edgar Allen Poe, Victor Hugo, Tristan Tzara û gelek hunermend û nivîskar weke bohem hatin binavkirin.
Statuya ku bi wateyekê sekna mirov a di civakê de, bi wateyeke dîtir rûmeta mirov a di çavên kesên din de îfade dike, heta ku mirov hebe dê dom bike û kesên ku li dijî daxwazên civakê serî radikin jî dê her di civakê de cihên berxwedêriyê bibînin. Îcar mirovên ku nasnameya kurdîtiyê li ser eniya wan e di ku derê vê şîrove-nirxandinê de cih digire? Ez statuya berhemdar û çalakgerên kurd ji bextê xwendevên re dihêlim; ancax ji niha de bi xwe dihisim û dibihîsim ku ew li cem xwe navên weke barûte, tolaz, sergerde, beredayî li wan kesan dikin; naxwe ez çewt difikirim!..
* * *
DERWAZEYÊ DU
PIRTÛK Û DU ROJAN
-Status Anxiyety (Xemnakiya Statuyê = Statü Endişesi), Alain De Botton, Weşanên Sel.
-Weapons Transfers And Violations Of The Laws Of War In Turkey (Li Tirkî Xirabiyên Zagonên Şer Û Guhastinên Çekan = Türkiye’ye Silah Transferleri Ve Savaş Yasaları İhlalleri), Weşanên Rêzepirtûkên Mafên Mirovan (Human Rights Watch Arms Project), Wergera Ji Bo Tirkî: Ertugrul Kurkçu.
-Roja 4’ê Nîsanê:
1- Ji bo gelê kurd rojeke xwedî wateyên pîroz e, ji lewre serokê gelê kurd di vê rojê de hatiye jiyanê. Watedayîna min a vê rojê li beramberî watedayîna pîr û kal, jin û mêrên kurd ên çalakger dişibe dilopek ava ji deryayê. Kesên ku hundirê vê rojê dadigirin ew in, hêz û qeweta wan kêm nebe!..
2- Roja Têkoşîna li Hemberî Mayinên Bejî ye. Li dinyayê salê 15-20 hezar mirov ji ber teqînên mayinan an dimirin an seqet dimînin. Girîng û xetereya vê rojê herî bêtir ji hêla mirovên seqet tê zanîn. Li Tirkiyeyê heta niha di ser hejmara milyonekê mayin hatine çandin. Wekî din jî di depoyên artêşê de di ser sê milyonan re mayin hene. Mêjûya 1’ê adara 2014’an roja dawiyê ya paqijkirina mayinan e; lê heta niha tu gavek di vî warî de nehatiye avêtin. Dîsa li gorî lêkolînan li Tirkiyeyê her ji sê rojan carekê mirovek ji ber teqîna mayinan an dimire an jî seqet dimîne. Herî bêtir jî zarokên kurd ku li derdorên avahiyên leşkerî dilîzin, dibin hedefa mayinan. Jixwe mayin li nasnameyê napirse. Em di lênûska xwe de weke nîşe vê rojê jî binivîsînin û hewl bidin ku li dijî mayinan gaveke biçûk bavêjin; naxwe dinya ji bo me hemûyan ji cihê jiyînê vediguhere dojehê.

14 Nisan 2008 Pazartesi

kok


kok

Tên. Ji bo ku li darê dinyê kokên me biqeliînin tên.
Weke di zuhayê de şilavilên ku xwe li avê û
di berfê de reşêleyên ku xwe li rêxê bigirin tên.
Tên. Bê sebr û hedan in, di destekî wan de ferman û di yê din de tirpan,
Bi salan e, talan e.
Lê kokên mala bavê min ji kokên mêran e...
Beran e...
Baran e...
Çi ji kê tê heger texsîr bike ne camêr lawê camêran e!..
Tên. Ji bo ku serê xewnên me bikurisînin û deqên li canê me bixeritînin tên.
Xwe li bela û qeşê, li mirin û seqemê girtine û tên.
Tên, bila bên, her seqem an jî her pûkê,
serê her çiyê an jî serê her sûkê ji bo me hembêza bûkê.
Tên. Ji bo ku kokên me biqeliînin tên. Bila bên.
Hay ji wan heye ku bi dobelanan re şer dikin û
kengî dilê wan bixwaze weke ecûrê ku
ji lemê tê hilqetandin wê serê me ji erdê hilqetînin.
Lê wê şûşî erdê bibin.
Kokên me di kêvir de şûr in.
Ev mage, heta ku ji serê xwe derbê nexwin aqil nagirin.
Ji lew re, a baş,
şabaş ji lawê azadiya seglawî re şabaş!
şabaş ji qîza qedera por-hinnekirî re şabaş!
Qeraş,
Tên. Ji bo ku hestiyên me bihêrin.
Tên. Ji bo ku di nav xwîna me de masiyan bigirin û
keştî-kaxezên xwe biavjenînin.
Tên. Ji bo ku li van erdan êşa bêkokiya xwe ji bîr bikin tên.
Bi çargavan, bi dîrok û derewên bêbavan,
bi çapemenî û taqemeniyên bicizbêketî,
Bi hetîketî û ji serî heta binî ji rûmetê mirî tên.
Tên bi diranên fîq, bi kenên hîqehîq û
bi paletên tanqên xwe yên zîqezîk tên.
Dev ji wan berdin bila bên. Bila bên û li vê axê
di nav kokên me yên fireh û kûr de xerq bibin.
Ne ehlê Xwedê ne heq dikin…
nişe: ev nivis jı azadiya welat hatıye gırtın
mailto:renasjiyan@yahoo.fr