ROHAT ROSÎ
21 Nisan 2011 Perşembe
Kawa Nemir mêvanê kadînê bû
Li Qoserê gotûbêje li ser wêje û wergerê ku bi beşdariya Kawa Nemir hatibû organîzekirin li dar ket.
Li Qoserê, li Egîtîm-Senê bi beşdariya helbestvan û wergêr Kawa Nemir gotûbêjek li dar ket. Gotûbêja ku Kadîn, pirtûk û kovarê organîze kiribû bi pişgiriya Egîtîm-Sena Qoserê li dar ket.
Di gotûbêja ku moderatoriya wê Kerem Qoserî kir de bi pirs û bersivan dest pê kir û Nemir dîtinên xwe anîn ziman.
Nemir, di destpêkê de pirsa divê werger çawa bê kirin a bersivand, dest nîşan kir ku li cîhanê bi du cure werger tê kirin yek jê bi bêje bêje û a din jî tenê wateya nivîsê tê wergerandin. Nemir li ser bi xwe ew çawa wergerê dike wisa got: "Ez di wergerê de li gor wateyê wergerê dikim."
Helbestvan û wergerê nemir got ku wî hetenî niha 82 pirtûk wergerandine kurdî, hin ji van pirtûkan nehatine weşandin û hin ji wan jî di demek nêz de dê bên weşandin.
Li ser pirsa 'divê helbesta nûjen çawa be û helbesta kurdî nûjen e an na' jî Nemir wisa got: "Cîhan diguhere, kurd jî diguherin, helbesta kurdî jî bi demê re diguhere û ber bi nûjeniyê ve diçe."
Kawa Nemir qala wêjeya Qafkasan jî kir û got ku ev wêjeya Qafkas mucizeyek e û ev yek lê zêde kir: "Divê her kurd romana Hewarî ya Heciyê Cindî bixwîne û bê guman romana yekemîn a kurdî Şivanê Kurmanca jî bixwîne.
Di dawî ya gotûbêjê de Kawa Nemir helbestek ji pirtûka "Bîşenga deşta dûr" û ji Soneyên William Shakespeare jî Soneya 55'an bi xwendinê pêşkêşî guhdaran kir.
Piştî gotûbêjên Nemir pirtûkên xwe îmze kir û dûre çûn serdana Kona Çareseriya Demokratîk.
24 Ocak 2011 Pazartesi
PIRSA HÛN ÇIMA ROJNAMEYÊ NAKIRIN PIRSEKE ŞAŞ E
Rohat Rosî
Rojnameya me Azadiya Welat berî 15 salan dest bi weşana heftane kiriye. Ji bo vê sedemê edîtorê rojnameyê duh (21.01.2001) nivîsek nivîsandibû. Di nivîsê de hinek gazinc hebûn. Edîtor dipirsî hûn çima rojnameyê nastînin. Lê bi ya min ev pirseke şaş e. Divê ev pirs ji xwe bikira ku pirsek wisa ji xwe bikirina; ‘Çima xwendevanên me ew qas hindik in?’
Li gorî min bersiva vê pirsê ji ber ku xwendevan tişkê ku dixwaze di rojnameyê de nabînin e. Bi ya min kêmasiya herî mezin a çapemeniya azad jî ev e. Wekî ku xwendevan tune bin tevdigerin, rojnameyê tenê li gorî dilê xwe derdixin. Gelo tu daneyên li ser xwendevanan li ba rojnameyê hene? Xwendevanên kurdî ji rojnameyeke xwerû bi kurdî çi dixwazin... Wekî anketek heta aniha çekirine?
Belê dibêjin rojnameya me rojnameyeke ramyarî ye, ser çavan... Ez dibêm tu kes ji vê ne aciz e. Lê acizî an jî kêmasî rojname tenê siyasî ye. Ma qey pir zor e hem propaxandaya xwe bike û hem jî li gorî dilê xwendevanên xwe weşanê bike?
Ez bi xwe rojê du heb rojnameyan distînim. Belkî hin kes bibêjin çima ji ber ku ez abone me lê nayê. (dibêjin mala te dûr e …bi rastî ji mala min dûr e). Lê ez dixwazim vê jî bibêjim: Ez serê sibê zû diçim dibistanê, camêrê ku rojnameya cemaetê belav dike saet di 6’an bi motorê xwe ji mala cîranê min vedigere. Ma qey pir zor e motorek ji van belavkaran re bê kirîn (lê ne motorek xirpope ku li ser ê belevkaran bibe bela an jî motor li belavkaran siwar bibe)
Ma ji bo xwedê mîzanpajek wisa amatorî dibe neviyê rûpelên rojnameyê vala ne. Ez wekî xwendevanekî ez dixwazim bizanibim ka nûçe ji hêla kê ve çêbûye…wêne aîdî kê ye. Rûpela aktuel belasebeb e. ji dêvla wê rûpelek sporê bê dayîn ê çêtir be. Zafer tuzun carinan dinivîse. Ez dixwazim rojnameya min qala maça Beşîktaşê jî bike.
Gelo çend kes nivîsekê du caran dixwînin û tew bi kurdî be. Bi kesekî re hevpeyvîn tê çêkirin lê berê di ANF’ê de hatiye weşandin. Ma çima ez ê bixwînim (ma qey pir zor e kesekî peywirdar bikin her hefteyê rojekê bi kesekî re hevpeyvînekê bike. Ez mereq dikim gelo Ahmet Turk kîjan pirtûkên kurdî xwendiye an jî Îrfan Amîda li ser BDP’ê çi difikire… Em Încî Hekîmoglu..Ayşe duzelekê dixwazin)
Divê pêvekek ku danasîna pirtûkên kurdî dike bê dayîn (pevekek bi navê pirtûkxane hatibû dayîn em dîsa her meh pirûkxanê dixwazin)
Karîkatora me Xaltîka Eyşo ji xeynî min û Xaltîka Eyşo qala her kesî dike. Lêhengê me Xaltîka Eyşo û Remo ye lê heftê carekê qala wan nabe. (Pirtûka zarokan a bi navê Pîrê û Rovî belav kirin, ez dibêm sirf ji bo Xaltîka Eyşo xêz bikin belavkirin. Min ev pirtûk dan birê xwe yê 10 salî, min got hela bixwîne. Rûpelek xwend û rahiştê li bind guhê dîwar xist. Got min ev pirtûk xwendiye. Ji ber ku ev pirtûk ji hêla Enstutîya Kurdî ya Amedê ve hatibû weşandin... Ma qey çîrokeke din tune bû?)
Tu carinan dibînî ku nivîskarek êdî nema dinivîse, tu nizanî bi ku de çûye. Tu nema bi sî û sitara wî/wê dikevî.hin nivîskar jî hene xwedê ji wan razî be di rûpela forumê de li ser her bûyerê dinivîsînin, heftê sê çar nivîsên wan têne weşandin. Neyên weşandin jî dibe.
Divê kampanyaya abonetiyê bê dest pê kirin. Ji 1’a adarê heta Newrozê seferberî bê îlankirin 30-40 hezar abone bêne peydakirin.
Dîsa jî mala we hezar carî ava be ku we min hînî nivîsandina zimanê min kurdî kir.
rohat_rosi@hotmail.com
Kaydol:
Kayıtlar (Atom)